Barrack: Israîl û Sûriyê nêzîkî îmzekirina rêkeftinekê bûne
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack ragihand, Sûriyê û Israîlê dê rêkeftinekê ji bo kêmkirina asta girjiyan îmze bikin.
Di daxuyaneykê de Tomas Barrack got, Sûriyê û Israîlê nêzîkî îmzekirina rêkeftinekê ji bo kêmkirina asta girjiyan bûne, û eger heye di demeke nêzîk de rêkeftin were îmzekirin.
*"Israîl êrîşan radiwestîne"
Barrack da zanîn, li gorî rêkeftinê Israîl dê êrîşên xwe li Sûriyê rawestîne û Hikûmeta Sûriyê çekên giran li Başûrê Sûriyê nahêle.
*"Trump dixwaze vê hefteyê be"
Tomas Barrack diyar kir, Ev rêkeftin gavek e ji bo îmzekirina rêkeftina ewlehî di navbera herdu aliyan de û serokê Emerîka Donald Trump dixwaze rêkeftin di vê hefteyê de were îmzekirin.
*"Hemû alî serkeftina rêkeftinê dixwazin"
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê diyar kir, pêşketin di rêkeftinê de ta niha lawaz e, lê hemû alî bi niyazeke baş kar ji bo serkeftina rêkeftinê dikin.
►Her weha bixwîne.. Jêdereke ewlehî: Artêşa Sûriyê li parêzgeha Quneytirayê nemaye