Fîdan: Turkiyê û Emerîka li ser yekîtiya Sûriyê li hev kiriye
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan diyar kir ku Emerîka û Turkiyê li ser yekîtiya Sûriyê li hev kiriye û ew dixwazin hemû pêkhate di nav de Kurd bi yeksanî bijîn.
Wezîrê Derve yê Turkiyê ev yek ji rojanamevanan re di çarçoveya beşdariyê di civînên komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê ragihand û diyar kir ku ew amade ne her rêkarekê bistînin ji bo parastina ewlehiya xwe ya niştîmanî.
Fîdan diyar kir ku hin gefên girêdayê HSDê li ser ewlehiya Turkiyê hene û ew vê mijarê li gel aliyên peywendîdar dişopînin.
Li gorî Fîdan, armanca wan ew e ku tu civak di nav de Kurdên Sûriyê hest neke ku gef lê tê xwarin û ew bi azadî û yeksanî bijîn.
Her weha bixwîne: Ala Sûriyê li dergehê Sêmalka hate bilindkirin