El-Şeybanî: Sûriyeya bihêz û yekbûyî dê sûdê li Israîlê bike

El-Şeybanî: Sûriyeya bihêz û yekbûyî dê sûdê li Israîlê bike

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê got, Sûriyeya bihêz û yekbûyî dikeve di xizmeta ewlehiya herêmî û Israîlê de.

Ese’d El-Şeybanî di hevdîtinekê de li gel tora CNN a Emerîk diyar kir, ku ew bi êrîşên Israîlê li ser Sûriyê piştî hilweşandina Rêjîma Esed, şok bûn.

Li gorî gotina El-Şeybanî, Israîlê piştgiriya kesên dervî yasayê li Siwêdayê kir û vê yekê hewlên çareserkirina kêşeya di navbera durzî û bedewiyan de asteng kirin û destwerdanan rewş li Başûrê Sûriyê aloz kir.

Wezîrê Derve yê Sûriyê got jî, êrîşên Israîlê her rêyeke asayîkirinê zehmet dikin û Sûriyê gefê li tu aliyan li deverê nake, û di nav de Israîl jî.

El-Şeybanî diyar kir, Sûriyeya bihêz û yekbûyî dê sûdê li ewlehiya herêmî, her weha Israîlê jî bike.