Rewangeha Sûrî bo cîhanê: Rijandina xwînê li Sûriyê rawestînin

Rewangeha Sûrî bo cîhanê: Rijandina xwînê li Sûriyê rawestînin

Welat TV - Hewlêr 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro 1ê Cotmeha 2025an, raporta meha Êlûnê belav kir û got, 315 kes li seranserî Sûriyê hatine kuştin, jê 270 sivîl in.

Rewangehê diyar kir, Bêtirî 270 sivîlî di meha Êlûnê de, di encama şerûpevçûn, guleyên bêsreûber û paşmayên şer de, li deverên cuda yên Sûriyê canên xwe ji dest dane.

Li gorî raporta Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, 315 (Leşker û sivîl) hatine kuştin. Ji nav wê hejmarê, 271 sivîl in, ji wan 32 zarok in û 20 jin in.

Rewangehê bang li aliyên navdewletî kir, ku karê cidî were kirin ji bo rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê.