Berbijêrekî Encûmena Gel a Sûriyê hat kuştin
Welat TV - Hewlêr
Berbijêrekî Encûmena Gel a Sûriyê li Berava Sûriyê duh bi şevê hat kuştin.
Jêderên Sûrî da zanîn, ku Dr. Heyder Şahîn, li mala xwe li gundê Mîar Şakir li gundewarê Tertûsê hat kuştin.
Jêderan diyar kir, navbûrî bi guleyên sê çekdaran hat kuştin, heta niha nasnameya wan Çekdaran ne diyar e.
Li gorî jêderan Dr. Heyder Şahîn ji pêkhateya Elewî ye û hilgirê bawernameya Eznedyariyê ye û ji bo hilbijartinên encûmena gel xwe berbijêr kiribû.
Heta niha wezareta navxwe ya Sûriyê tu daxuyanî derbarê hûrgiliyên kuştîna wî dernexistiye.