Es'ed El-Şeybanî hevdîtin li gel Îlham Ehmed red kiriye?

Es'ed El-Şeybanî hevdîtin li gel Îlham Ehmed red kiriye?

Welat TV - Hewlêr

Medyaya Sûrî ragihand ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hevdîtin bi şanda HSD re red nekiriye. 

Rojnemaya El-Weten a nêzîkî Hikûmetê li se zarê berpirstkî ji Hikûmetê da zanîn, agahiyên ku dibêjin Hikûmeta Sûriyê red kiriye bi şandeke HSD re hevdîtinê pêk bîne, ne rast in.

Li gorî berpirsê hikûmî, çûna şanda HSD bo şamê bê hemahengî bi hikûmetê re bû, û tu demeke destnîşankirî beriya wê ji bo hevdîtinê tune bû.

Duh, agahî li ser ragihandina Erebî belav bûbû, ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî red kiriye hevdîtinê bi Hevseroka Rêveberiya Peywendiyên derve di rêveberiyê de Îlham Ehmed li Şamê encam bide, lê tu daxuyanî di vê derbarê de ji aliyê "Rêveberiya Xweser" ve derneketin.