MSD: Hilbijartinên Encûmena Gel şanoyeke siyasî ye
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Sûriya Demokratîk hilbijartinên encûmena gel a Sûriyê nûneratiya hemû navçe û pêkhateyên Sûriyê nake û bi şanoyeke siyasî bi nav kir.
MSD di daxwiyaniyekê de got ku hilbijartinên Encûmena Gel cudakirina di nava civaka Sûriyê de kûrtir dike, li cihê ku gavek be ji bo yekîtiya niştîmanî û berjewendiya giştî.
daxuyaniyê diyar jî kir ku hilbijartinên niha çêbûyî nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyê nake û şanoyeke siyasî ye, ne li gor dîroka Sûriyê û qurbaniyên wê ne.
Encûmena Sûriya Demokratîk da zanîn jî ku Sûrî li hêviya hilbijartinên rasteqîne ne ku nûneratiya wan bike.
MSD serbar kir ku her proseyeke hilbijartinan rewa nabe eger hemû Sûrî tê de beşdar nebin û ne di bin çavdêriya navdewletî be.