Salvegera 6an a kontrolkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê Turkiyê grûpên bi ser ve

Salvegera 6an a kontrolkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê Turkiyê grûpên bi ser ve

Welat TV - Hewlêr

Beriya 6 salan, Artêşa Turkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve, her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kontirol kirin, tevî îmzekirina rêkeftina 10ê Adarê ku vegerandina koçberkiriyan bo warê xwe li xwe digre, lê xelkê koçberkirî bo warê wî nehatiye vegerandin.

9ê Cotmeha 2019an, piştî vekşîna HSD ji Serê Kaniyê û Girê Spî, hêzên Turkiyê û grûpên çekdar derbasî wan bajaran bûn û bi hezran kes hatin koçberkirin.

*Bi sedan binpêkirin

Di van 6 salan de, gelek binpêkirin ji revandin, girtin, talankirin û sepandina bacan li dijî welatiyên ku li Serê Kaniyê û Girê Spî mane, hatine encamdan.

Li gorî amarên rêxistinên mafnasî, ji 2019an ve, 68 sivîl hatine kuştin, ji wan 7 jin bûn, û herî kêm 808 kes jî hatine girtin, 7 kes ji wan di bin êşkenceyê de hatine kuştin.

*Guhertina demografîk

Her weha, zêdetirî 150 hezar kes ji Serê Kaniyê û Girê Spî hatine koçberkirin û 52 gund bi temamî ji xelkê hatine valekirin.

Amar diyar dikin ku 85% ji welatiyên Serê Kaniyê hatin koçberkirin û ji 70 hezar kesî bi tenê 42 kes li bajêr mane, li Girê Spî jî berê Kurd 30% û niha bi tenê çend malbat mane, her weha 3400 malbatên koçber ji deverên Sûrî di malên valekirî de, hatine bicîkirin.

Piştî hilweşîna Rêjîma Esed û îmzekirina rêkeftina 10ê Adarê di navbera hikûmeta Sûrî û HSDê de ku yek ji xalên wê vegerandina koçberkiriyan bo warê xwe li xwe digre, lê hîn jî bi hezaran koçberkirî dûr ji malên xwe weke derbider dijîn.