Trump: Me şerê Xezayê bi dawî kir
Welat TV - Hewlêr
Bi beşdariya bêtirî 30 welat û rêxistinên navdewletî û herêmî, (Lûtkeya Şerm El-Şêx aştiyê ji bo Xezayê) bi rê ve çû.
Lûtkeyê bi serokatiya serokê Emerîka Donald Trump û yê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî dest bi karên xwe kir.
Di lûtkeyê de her yek ji Emerîka, Misir, Qeter û Turkiyê belgeya rêkeftina Xezayê Îmze kir.
*"Me şerê Xezayê bi dawî kir"
Trump gotarek pêşkêş kir û got, hemûyan digot aştî li Rojhilata Navîn ne pêkan e, lê wan aştî pêk anî.
*"Tevlî rêketinên Ibraham bibin"
Serokê Emerîka Donald Trump got jî, şer li Xezayê bi dawî hat û dubare avakirinê dest pê kir, her weha daxwaz kir ku hemû tevlî rêkeftinên Ibraham yên aştiyê li gel Israîlê bibin.