Serokê ENKS naveroka civîna li gel serok Barzanî eşkere dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl ji Welat TV re behsa naveroka civîna serok Mesûd Barzanî li gel sekreterên 16 partiyên di nava ENKS de kir û got, Serok Barzanî her dem xemxwarê doza gelê Kurd e.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl da zanîn, civîna me girîng bû, me rewş Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir, her weha nerîna siyasî ya konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî û şanda Kurdî bi hûrgilî me behs kirin.

*"Serok Barzanî tekeziyê li ser 2 mijaran dike"

Ismaîl li ser zarê Serok Barzanî got Ev gavên baş in, lê divê çawa em li ser berdewam bibin, û yekrêziyê biparêzin, her weha çawa pêkvejiyanê biparêzin û dijmantiya pêkhateyan nekin. 

Li ser hikûmeta nû, me da zanîn ku di destpêkê de helwest nerm bû, lê hêdî hêdî xwe hişk kiriye, me tekez kir ku em ne oposizyon in, destê me ji bo diyalogê dirêjkirî ye, da ku di welatekî nenavendî de bigihi mafê xwe bijîn.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl diyar kir, Serok Barzanî xêrxwazê me û hemûyan e, mijara pêkvejiyan mijareke girîng li ba Serok Barzanî ye, me anî ziman ku em pê pabend in, û em dijmantiya tu aliyekî nakin. Serok tekez kir ku divê em yekrêziya xwe biparêzin, li ser yek nerîn û yekhelwestê xwe rijd bin û vê qonaxê derbas bikin, me jî tekez kir ku em, yek nerîn in û hêza me di yekîtiye me de ye.

*"Em spasiya serok Barzanî dikin"

Mihemed Ismaîl got jî, me jî spasiya serok Barzanî kir ku her dem piştevanê doza Kurdî ye, ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve heta îro, piştevanê gelê me ye û pêşwazî li xelkê me li Herêma Kurdistanê kiriye.

*Çûna Şanda Kurdî bo Şamê

Li ser şanda Kurdî, Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl diyar kir, Em heta niha li ser hev in, her dem em dicivin me gavên baş avêtin, amadekariyên me birêkûpêk in, lê Şamê ew şand nexwestiye, bi hêvî ne di demeke nêzîk de em berê xwe bidin Şamê, lê em dilgiran in, ji ber ku heta niha vexwendin ji me re nehatiye.

*Sedemê redkirina vexwendina Şamê

Mihemed Ismaîl behsa redkirina vexwendina Şamê kir û got, vexwendin ji me re ne bi navê ENKSê bû, tenê navê 5 kesayetiyan hatibû, me jî red kir, ji ber ku wek ENKS, nûnerê gelekî ne, ne nûnerên kesayetiyan in. Her weha sedemeke din heye, ji me re gotin vexwendin tenê ji bo Kurdên li ser asta parêzgeha Hesekê ye, me got em nûnerê Kurdên Efrîn, Kobaniyê ne jî lewma me red kir û em neçûn, pişt re ew xemsar bûn û diyar bû necidiyek heye.

*Kongira ENKS

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl diyar kir, Me hîn roja kongira ENKS desnîşan nekiriye, lê me nerîna xwe amade kiriye, û divê karekî baş jê re were kirin, ji ber ku berê rêjîm hebû, lê îro hikûmeteke nû hatiye, lewma diyalog di nav me de berdewam in ji bo wan guhertinên li ser qada Sûriyê çêbûne. Em ê li Qamişlo kongira xwe li dar bixin.