Barrack banga rakirina sizaya Qeyser dike

Barrack banga rakirina sizaya Qeyser dike

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack banga rakirina sizaya Sîzer (Qeyser) li ser Sûriyê kir û got, rakirina sizayan derfetek û destpêkeke nû dide Sûriyê.

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack di belavokekê de got, proseya aştiyê ya ku Rojhilata Navîn bi rê ve diçe, bê Sûriyê nagihe serî, û tu aştî li deverê peyda nabe eger Sûriyê wêran û perçekirî be.

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack tekez kir, aştî li deverê bê Sûriyê çênabe û rakirina sizayan tundrewiyê lawaz dike, û dema berdewamiya sepandina wê sizayê nemaye.

*"Divê proseya Xezayê bigihe Sûriyê"

Barrack da zanîn, proseya dîplomasî ya ku li Xezayê dest pê kir, divê bigihe Sûriyê jî, da ku aramî û seqamgêrî lê jî çêbibe. Rêkeftina Sûriyê ya ku bi Israîlê re li ser doseyên sînorî çêbû, despêkeke ji bo aştiyê.

*"Rakirina sizayan gaveke stratecîk e

Şandiyê Emerîka her weha got, rakirina sizayan gaveke stratecîk e da ku Sûriyê careke din tevlî civaka navdewletî bibe, û tundrewî lawaz bibe, rakirina sizayê yasaya Qeyser despêkeke nû ye û girîng e derfeteke nû bo Sûriyê were dayîn.