Dema birêveçûna hilbijartinên Encûmena Gel li Serê Kaniyê û Girê Spî diyar bû
Welat TV - Hewlêr
Navên berbijêrên heryek ji bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên hilbijartinên encûmena gel a Sûriyê hatin ragihandin û dema lidarxistina hilbijartinan hate destnîşankirin.
Komîta Bilind a Hilbijartinên encûmena gel a Sûriyê biryarên jimare 76 û 77 derxistin û di wan de navên berbijêrên hilbijartinên encûmena gel li Serê Kaniyê û Girê Spî ragihandin.
Berdevkê Komîta Bilind a hilbijartinan Newar Necme, di daxuyaniyenkê de li ser tora civakî "X" diyar kir, hilbijartinên encûmena gel dê roja 23 vê mehê li herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî bi rê ve biçin, û dê 3 endamên encûmenê werin hilbijartin.
Necme her weha da zanîn, kursiyên deverên din ên Hesekê û Reqayê dê vala bimînin ta rewşên guncaw ji bo çêbûna hilbijartinan li herdu parêzgehan peyda bibin.
*Tevgera Kurdî ne beşdar e
Di demekê de ye ku hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê bi rê ve diçin, li deverên di bin destê HSD û Siwêdayê de bi rê ve naçin, her weha tevgera Kurdî beşdarî di hilbijartinan de nekiriye, tenê hin berbijêrên Kurd ên serbixwe beşdar in, heta niha 4 endamên Kurd bûne endamên Ecûmena Gel.