Barrack rola Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li gel Şamê bilind dinirxîne

Barrack rola Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li gel Şamê bilind dinirxîne

Welat TV – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şendiyê Emerîka bo Sûriyê, Tom Barrack peywendiyeke telefonî encam da tê de rewşa Sûriyê gotûbêj kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, îro 21ê Cotmeha 2025an, piştî nîvro, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şandiyê Emerîka ji bo Sûriyê û Balyozê Emerîka li Turkiyê Tomas Barrack di peywendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê û dawî pêşhateyên li deverê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, herdu alî hevnerîn bûn ku divê pirsgirêkên li deverê bi rêya danûstandin û lihevtêgihîştinê werin çareserkirin.

Barrack spasî û pesna rola Nêçîrvan Barzanî û alîkariya wî di çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li Sûriyê yên li gel Şamê kir û bilind nirxand, her weha daxwaza berdewamiya wê rola erênî kir.