Berhemên zeytûnan li Efrînê tên dizîn

Berhemên zeytûnan li Efrînê tên dizîn

Welat TV - Hewlêr

Berhema 70 darên zeytûnan ên welatiyekî Kurd li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatin dizîn.

Elî Sebrî ji Welat TV re got, berhema 70 darên wî di 19 mehê de, bi şevê bi temamî hatine çinin û dizîn.

Zeviyê Elî Sebrî li gund Xelîl ê navçeya Şiyê ye, piştî dizîna berhemê, grûpên dizan reviyan.

*300 dar

18 vê mehê li gundê Şêxûtka yê ser bi navçeya Mabata 300 darên zeytûnan ji aliyê erebên hawirde hatin berhevkirin û dizîn her weha hejamrek mezin ji daran hatine şikandin.

Xwediyê zevî, Ehmed Sîdo ji Welat TV re got, belegeyên wî yên zevî bi temamî fermî ne û hemû bi navê wî ne lê tevî vê yekê zeviyê wî rastî diziyê hat.

Ehmed Sîdo dîmen taybet ji Welat TV re şandin tê de diyar dibe ziyanên mezin gihiştine darên wî.

*Gilî û gazin

Niha demsala zeytûnan e, şêniyên Efrînê gilî û gazinan ji dizî û zehmetiyên rêkarên vegerandina mal û zeviyan dikin.