Encam derketin.. Hilbijartinên Encûmena Gel li Serê Kaniyê û Girê Spî bi rê ve çûn
Welat TV - Hewlêr
Îro hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê ji bo hilbijartina 3 endamên li bajarên Serê Kaniyê û Girê SPî bi rê ve çûn.
Li Şamê 2 sindoqên dengdanê û li wan herdu bajaran jî sindoqeke dengdanê hatin danîn.
Di hilbijartinan de Dr. Ebdila Ebdilhemîd Ebdila weke nûnerê Serê Kaniyê di Encûmena Gel de û Her yek ji Xelîl Dirde Ebdila û Seîd Fehid El-Şiwêş weke nûnerên Girê Spî bi ser ketin.
Hilbijartinên Encûmena Gel roja 6ê vê mehê bi rê ve çûbûn, îro bi tenê ji bo Serê Kaniyê û Girê Spî bi rê ve çûn. Li navçeyên din ên parêzgehên Hesekê û Reqayê û Parêzgeha Siwêdayê, hilbijartin ta demeke ne diyar hatine paşxistin.
*"Lidarxistina hilbijartinan girêdayî danûstandinan e"
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Newar Necme ji Welat TV re got ku lidarxistina hilbijartinan li Hesekê û Reqayê girêdayî danûstandinên HSD û Hikûmeta Sûriyê ne:
"Bi rastî niha pêşhateyên erênî di diyaloga li gel HSD û Rêveberiya Xweser de hene, ez bibawer im ku her pêşhateyeke erênî dê bandora wê li ser birêveçûna hilbijartinan li parêzgehên Reqa û Hesekê hebe".
Roja 6ê Cotmehê hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê li seranserî Sûriyê ji bilî parêzgehên Hesekê, Reqa û Siwêdayê bi rê ve çûn, tê de 119 endam ji aliyê Desteyên Hilbijêr ve hatin hilbijartin.
Biryar e Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' piştre 70 Endaman destnîşan bike.