Serokwezîrê Iraqê: Derdora 500 endamên DAIŞê li Sûriyê hene

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku derdora 500 endamên rêxistina DAIŞ a terorîst li Sûriyê hene û hemahengî di navbera wan û Şamê de di vê derbarê de heye.

Mihemed Şiya´ Sûdanî da zanîn ku li gor amarên Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, ji 400 – 500 endamên DAIŞê li Sûriyê hene û li deverên sînorî bi Iraqê re û bakur rojhilatê Sûriyê belav dibin.

Sûdanî diyar kir ku yekîneyeke biçûk ji şêwirnmendên leşkerî yên Emerîkî dê li bingeha Eyin El-Esed li Iraqê bimînin ji bo çavdêriya sînorê Sûriyê.

Serokwezîrê Iraqê got jî ku welatê wî dest bi hevkariyeke ewlehî li gel Şamê kiriye di warên rûbirûbûna teror û madeyên hişbir de.

Li gorî Sûdanî, rêxistina DAIŞ a terorîst êdî gefeke mezin li hundirê Iraqê dirust nake.

Her weha bixwîne: Serok Barzanî û şandeke leşkerî metirsiyên ewlehî li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin