Piştî 13 salan ji revandinê mirina parêzerekî Sûrî tê ragihandin

Piştî 13 salan ji revandinê mirina parêzerekî Sûrî tê ragihandin

Welat TV - Hewlêr 

Mirina parêzerekî Sûrî di bin eşkenceyê de li zindanên Rêjîma Esed a hilweşiyayî hat piştraskirin.

Piştî 13 salan ji revandin û wendakirinê, keça parêzerê Sûrî Xelîl Metûq nûçeya mirina wî di bi eşkenceyê de belav kir.

Renîm keça parêzer Xelîl Metûq e li ser rûpela xwe ya torên civakî Facebookê duh 31ê Cotmeha 2025an, belav kir, û got: Piştî 13 salan ji çaverêkirinê, îro em mirina bavê xwe ji we re radigihînin. Şehîdê heq û şehîdê mafperwerî û mirovatiyê ye.

Amnesty: Rastî eşkenceyê hatiye 

Xelîl Metûq yek ji parêzerên Sûrî ye, sala 2012an li Şamê hat girtin, Rêxsitina Lêbûrîa Navdewltî "Amnesty" diyar kiriye ku li gelek navendên şaxên ewlehiyê yên rêjîma Esed hatiye dîtin û rastî eşkenceyên tund hatiye.

"Parêzerê stembar û hejaran bû"

Parêzer Xelîl Metûq di warê mirovî de kar dikir, û li ser asta Sûriyê bi dilovaniya xwe navdar bû û pişt dida stembar û hejaran, her weha bi helwestên xwe li dijî rêjîma Esed dihat naskirin.