Bûyereke çûnûhatinê li ser rêya Qamişlo - Dêrikê çêbû û birîndar hene

Bûyereke çûnûhatinê li ser rêya Qamişlo - Dêrikê çêbû û birîndar hene
Bûyereke çûnûhatinê li ser rêya Qamişlo - Dêrikê çêbû û birîndar hene

Welat TV - Hewlêr

Bûyereke çûnûhatinê li ser rêya Qamişlo û Dêrikê çêbû û birîndar hene.

Îro Duşemê li ser rêya giştî ya di navbera Qamişlo û Dêrikê de li nêzîkî gundê Mixeyt du otombîlan li hev xist.

Li gorî zanyariyên Welat TV, di encama bûyerê de hejmarek kes birîndar bûn û bo nexweşxaneyên bajarê Girkê Legê hatin veguhestin.

Di dema dawiyê de rêjeya bûyerên çûnûhatinê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye, li gorî şopandina Welat TV ji vê mijarê re, xerabûna rêyan û ajotina bilez ji sedemên sereke yên vê yekê ne.