Teqînekê Idlib hejand: "Kesek hatiye kuştin"

Teqînekê Idlib hejand:

Welat TV - Hewlêr

Teqînek li gundewarê Idlibê çêbû, di encamê de kesekî nenas hat kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan da zanîn, derengiya şeva bûrî teqîneke bihêz li devera Mestûmê li gundewarê Idlibê çêbû û di encamê de kesekî nenas hat kuştin.

Jêderê diyar kir, teqîn li zeviyekî li ser rêya Idlib - Mestûmê çêbû û dengê tevgera balafirên şer jî li esmanê deverê hate bihîstin.

*Hevpeymaniya Navdewletî terorîstan armanc dike

Her dem û demekê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kesên terorîst ên di lîsteya teroroê de armanc dikin û di daxuyaniyên fermî de nasname û hûrgiliyên wan eşkere dikin.

*Her weha bixwîne:

Idlib.. Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî rêxistina "Ensar El-Islam" kuşt

Kuştî û girtî.. Hevpeymaniya Navdewletî 54 operasyon li dijî DAIŞê encam dane