Peywendiyên Emerîka bi Hikûmeta nû ya Sûriyê re

Peywendiyên Emerîka bi Hikûmeta nû ya Sûriyê re

Welat TV - Hewlêr 

Piştî hilweşîna Rêjîma Esed peywendiyên Emerîka û Sûriyê derbasî qonaxeke din bûn, û serokê Sûriyê weke yekem serok ji sala 1946an serdana Koşka Spî dike û wek yekem serokê Sûriyê ji sala 1967an serdana komeleya UN dike.

*Ji 8ê Berçileya 2024an wate ji roja hilweşandina Rêjîma Esed ve, ta 10ê Beçileya heman salê, Joe Biden ku wê demê Serokê Emerîka bû tekezî li ser şopandina pêşhateyan û amadebûna Waşintonê ji bo kar li gel hevparan ji bo birêvebirina metirsiyan piştî guhertina bilez li Sûriyê, kir.

*Di 20ê Berçileya 2024an de, ango piştî nêzîkî 12 Rojan ji hilweşandina Rêjîma Esed, Yekemîn hevdîtina diplomasî ya Emerîkî Sûrî çêbû, Barbara A. Leaf alîkara wezîrê derve yê Emerîka serdana Şamê kir û li gel Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ civiya. Barbara A. Leaf piştî civîna li gel El-Şeri’ got, Yekemîn civîn baş bû û ew ê, biryarê li gorî kirdaran bidin, ne bi tenê li gorî gotinan.

*Di Çileya 2024an de Çileya 2024an Şandek ji Wezareta derve ya Emerîka serdana Şamê kir, û ji encamên wê, Lêbûrîn ji hin sizayên li ser Sûriyê bo dema 6 mehan hate derxistin.

*Di 14ê Gulana 2025an de, Yekemîn hevdîtina El-Şeri’ û Trump hate encamdan, Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ li gel Serokê Emerîka Donald Trump di çarçoveya civîneke encûmena hevkariyê ya kendavê de li Si’ûdiyê civiyan, Trump ji wir ragihand ku ew ê,, sizayên li ser Sûriyê rakin.

*Di 23 Gulana 2025an balyozê Emerîka li Turkiyê Tom Barrack weke şandiyê taybet bo Sûriyê hate destnîşankirin.

*Di 30 Hezîrana 2025an Trump fermaneke bicîkar ji bo bidawîkirina bernameya sizayan a giştgir li ser Sûriyê îmze kir.

*Di 8 Tîrmeha 2025an de Rêveberiya Emerîkî Desteya Tehrîr El-Şam ji nav lîsteya rêxistinên terorîst derxist.

*Di 25 Tebaxa 2025an Wezareta Gencîneyê ya Emerîka rêkarên fermî derbarê serastkirina lîsteyên sizayan di tomara fedral de standin, ji bo bicîkirina wan rêkarên bicîkar yên ku Trump îmze kiribûn.

*Di 18 Êlûna 2025an de Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî serdana Waşinton kir û li gel endamên Kongresa Emerîkî hejmarek civîn encam dan. Di roja 20 heman mehê de El-Şeybanî di çarçoveya wê serdanê de Ala Sûriyê li baregeha balyozxaneya Sûriyê, li waşintonê bilind kir.

*Di 24 Êlûna 2025 Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ li pêş Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê gotarek pêşkêş kir û banga rakirina tevaya sizayên ser Sûriyê kir. Di çarçoveya civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de, El-Şeri’ û Trump bo duyemîn car civiyan, lê tu hurgiliyên wê civînê nehatin ragihandin.

*Di 5 Mijdara 2025an de Emerîka reşnivîsa biryarekê pêşkêşî Encûmena Ewlehiyê kir ji bo rakirina sizayên navdewletî li ser El-Şeri û Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab.

*Di 6 Mijdarê de Encûmena Ewlehiyê li ser wê reşnivîsê deng da û El-Şeri û xetab ji lîsteya sizayan derxistin, û di 7 Mijdara 2025 de, Wezareta Gencîneyê ya Emerîka ragihand ku wê navên Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ û Wezîrê navxwe Enes Xetab ji lîsteya terorîstan derxistin.

*Roja 9ê Mijdara 2025an El-Şeri’ bi serdaneke fermî gihişt Waşintonê û dê li Koşka Spî li gel Trump bicive, ev serdan bo Koşka Spî yekem seredana serokekî Sûriyê ye, ji beriya nêzîkî 80 salî ve.

*Li gorî daxuyaniyên ne fermî ji herdu aliyan û çavdêran, di lîsteya civîna Trump û El-Şeri de sê xalên sereke hene, Tevlîbûna Sûriyê di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, karûbarên ewlehî li Başûrê Sûriyê û rêkeftinên li gel Isrîlê, her weha doseya abûrî û rakirina sizaya Sîzer.