El-Şeri´ û Trump li ser avêtina gavan ji bo bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê li hev kir

El-Şeri´ û Trump li ser avêtina gavan ji bo bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê li hev kir

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ya Sûriyê da zanîn ku El-Şeri´ û Trump di civîna xwe de li Koşka Spî li ser avêtina gavan ji bo bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê li hev kir ku tevlîbûna HSD bo artêşa Sûriyê li xwe digire.

Wezaretê ev yek îro di daxuyaniyekê de ragihand û diyar kir ku Trump tekezî li ser piştevaniya xwe bo rêkeftineke ewlehî di navbera Sûriyê û Israîlê de kir ji bo bihêzkirina seqmqîriya herêmê.

Li gorî wezaretê, Trump piştevaniya welatê xwe ji hewlên geşepêdan û weberhênanê re li Sûriyê nîşan da û tekezî li ser pabendbûna Emerîka bi avêtina gavan di rakirina sizayên ku li gor yasaya Sîzer li ser Sûriyê hatine sepandin de, kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê got jî ku Wezîrên Derve yên Sûriyê, Emerîka û Turkiyê li ser raspardina Trump civiyan ji bo şopandina mijarên ku di civînê de hatine genegeşekirin.

Piştî civîna li gel El-Şeri´ serokê Emerîka got ku ew dixwazin Sûriyê weke welatekî serkeftî bibînin û El-Şeri´ dikare vê yekê bi cî bike.

Her weha bixwîne: Civîna Trump û El-Şeri' li Koşka Spî bi dawî bû