Mamosteyên Bakurê Sûriyê banga zêdekirina mûçeyan dikin

Mamosteyên Bakurê Sûriyê banga zêdekirina mûçeyan dikin

Welat TV - Hewlêr

Mamosteyên deverên Bakurê Sûriyê xwepêşandanek li bajarê Helebê li dar xist û banga başkirina rewşê kir.

Îro bi sedan mamosteyên Bakurê Sûriyê xwepêşandanek li navenda bajarê Helebê bi rê ve bir, tê de banga zêdekirina mûçeyên mamosteyan kir.

Her weha banga tevlîkirina mamosteyên ku di şoreşa Sûriyê de li dibistanên di bin kontirola opozisyona Sûriyê de kar dikirin, bo Wezareta Perwerdeyê kir.

Beriya çend rojan, Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Mihemed Tirko li gel rêveberên rêveberiyên perwerdeyê civiya, Wezareta Perwerdeyê ragihand ku Tirko ji wan rêveberan xwestiye ku rewşa xwenîşandanan bişopînin ji bo başkirina rewşa xwendinê.

Ev demeke mamosteyên Idlib û Helebê xwepêşandanan li dar dixin û banga zêdekirina mûçeyan dikin.