Sûriyê radestkirina çekdarên Îgorî bo Çînê red dike
Welat TV - Hewlêr
Sûriyê nûçeyên derbarê radestkirina çekdarên Îgorî bo Çînê red dike.
Ajnsa SANA li ser zarê jêderekê ji Wezareta Derve ya Sûriyê da zanîn ku nûçeyên ajansa AFP derbarê radestkirina çekdaran bo Çînê dûr ji rastiyê ne.
Ev daxuyanî tê piştî ku AFP li ser zarê du jêderên hikûmî û dîplomasî yên Sûriyê ragihand ku Sûriyê dê 400 çekdarên Îgorî radestî Çînê bike.
Li gorî AFP jêdera diplomasî ya Sûriyê diyar kir ku doseya radestkirina çekdarên Îgorî dê di serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî de bo Çînê were gengeşekirin û li ser daxwaza Çînê wê ew çekdar werein radestkirin.