Wezareta Ewqafê ya Sûriyê mercên çûna hecê ragihandin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Ewqafê ya Sûriyê merc û dema tomarkirinê bo çûna hecê li Si´ûdiyê ragihandin.
Rêveberiya Hec û Umrê di Wezareta Ewqafê de diyar kir ku tomarkirina destpêkî bo çûna hecê ji 19 Mijdarê ta 11ê Berçileyê berdewam dike.
Rêveberiyê da zanîn ku divê kesê navê xwe tomar dike hilgirê regeznameya Sûrî be û di 10 salên dawiyê de neçûbe hecê.
Rêveberiya Hec û Umrê got jî ku divê kesê navê xwe tomar dike ji dayîkbûyê 2001ê û mezintir be û pasporta wî ta 1ê Berçileya 2026an bi sernekeve.
Wezareta Ewqaf tekez kir ku tomarkirin bi rêya nivîsgehên bi ser wê ve ye.