Idlib.. Jinek û zaroka xwe bûne qurbaniyên teqîna paşmayeke şer di sobeyekê de
Welat TV - Hewlêr
Jinek û zaroka xwe bûne qurbaniyên teqîna paşmayeke şer di nava mala wan de li Idlibê.
Li bajarokê Bidama li gudewarê Idlibê, dema jinekê sobeya xwe vêxist paşmayeke şer di nava sobeyê de teqiya, di encamê de, ew jin û zaroka xwe birîndar bûn.
Herdu birîndar bû navendeke tendirustiyê hatin veguhestin û rewşa wan a tendirustî di bin çavdêriyê de ye.
Berevaniya Sivîl a Sûrî derbarê wê bûyerê ragihand ku paşmaya şer di nava kelûpelên germkirinê yên taybet bi sobeyê de bû û dema vêxistina agir ew paşma teqiya.
Li Sûriyê ji ber nebûna karînan, piraniya welatiyan sobeyên ku bi êzingan kar dikin li cihê yên bi sotemeniyê kar dikin, li malên xwe datînin.