Damezrênerê Tevgera Neviyên Barzanî li Sêmalka hat girtin
Welat TV - Hewlêr
Damezrênerê Tevgera Neviyên Barzanî Hêvîdar Ebas li dergehê Sêmalka yê ku ji aliyê “Rêveberiya Xweser” ve bi rê ve diçe, hat girtin.
Jêderekê ji malbata Hêvîdar Ebas ji Welat Tv re ragihand ku Asayîşa Rêveberiya Xweser Hêvîdar Ebas li dergehê Sêmalka yê sînorî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de girt.
Wê jêderê diyar kir ku Hêvîdar li gel termê bavê xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû û dema xwestiye vegere Herêma Kurdistanê, li dergehê Sêmalka hatiye girtin.
Li gorî heman jêderê, ta niha sedema girtina Hêvîdar ne diyar e û çartenivîsa wî nehatiye naskirin.
Ebas roja 12 vê mehê bi termê bavê xwe re ji Herêma Kurdistanê derbasî bajarê Tirbesipiyê bûbû.
Bavê Hêvîdar li Elmaniyayê koça dawî kiribû û bo bajarê Tirbesipiyê hatibû veguhestin.