Berpirsine Emerîka: Navendên girtina endamên DAIŞê li Sûriyê weke bombeyên demdar in
Welat TV - Hewlêr
Berpirs û pirsporên Emerîka hişyariyê ji zindanên endamên rêxistina DAIŞ a terorîst li Sûriyê didin û wan weke bombeyên demdar bi nav dikin.
Rojnameya The Wall Street Journal li ser zarê Berpirsine leşkerî û pirsporên ewlehî yên Emerîka da zanîn ku weke bobmbeyên demdar li zindanên endamên DAIŞê li Sûriyê hatiye û eger heye di her demekê de biteqin.
Li gorî wan berpirsan, DAIŞ di şandina nameyan de bo handana endamên xwe yên girtî berdewam e di demekê de ye ku hewlên rivê ji Kampa Holê zêde dibin.
Li gorî rojnameyê kêmbûna perepêdanê, parçebûnên siyasî û zêdebûna hejmûna DAIŞê di nava navendên girtinê de hiştiye ku metirsiya wê rêxistinê zêde bibe û sînorê Sûriyê derbas bike.
Li deverên di bin kontirola HSDê de, derdora 8400 endamên DAIŞê ji 70 welatî di zêdetirî 20 zindanan de girtî ne.
Her weha zêdetirî 30 hezar kesî li Kampên Hol û Roj ên taybet bi malbatên DAIŞê hatine bicîkirin, 60% ji wan zarok in û rêjeya mayî jî jin in, û derdora nîvê nişteciyên wan kampan biyanî ne, ku Fermandariya Hêzên Navnedî ya Emerîka CENTCOM wan weke ”artêşa DAIŞê di navendên hewandinê de” bi nav dike.
Tevî raportên berdewam derbarê metirsiya navendên hewandinê yên taybet bi malbatên DAIŞê, lê hîn gelek welat red dikin ku welatiyên xwe yên tevlî DAIŞê bûbûn ji Sûriyê vegerînin.
Her weha bixwîne: Rêxistineke mafnasî: Tevgera DAIŞê zêde bûye