Damezrênerê Tevgera Neviyên Barzanî piştî 2 rojan ji girtinê hat berdan

Damezrênerê Tevgera Neviyên Barzanî piştî 2 rojan ji girtinê hat berdan

Welat TV - Hewlêr

Damezrênerê Tevgera Neviyên Barzanî Hêvîdar Ebas piştî du rojan ji girtinê ji aliyê Asayîşa “Rêveberiya Xweser” ve, hate berdan.

Hêvîdar Ebas ku beriya 2 rojan li dergehê Sêmalka ji aliyê Asayîşa “Rêveberiya Xweser” ve hatibû girtin, îro hate berdan.

Dema girtina Ebas, jêderekê ji malbata wî ji Welat Tv re ragihand ku Asayîşa “Rêveberiya Xweser” ew li dergehê Sêmalka yê sînorî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de girtiye.

Wê jêderê diyar kir ku Hêvîdar 12ê vê mehê li gel termê bavê xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû û dema xwestiye vegere Herêma Kurdistanê, li dergehê Sêmalka hatiye girtin. 

Bavê Hêvîdar li Elmaniyayê koça dawî kiribû û bo bajarê Tirbesipiyê hatibû veguhestin.