Kuştî û birîndar di operasyoneke Israîlê de li Başûrê Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Nêzîkî 10 kesan di operasyoneke leşkerî ya artêşa Israîlê de li bajorêkê Bêt Cin li Gundewarê Şamê, hatine kuştin û birîndar jî hene.
Li gorî daxuyaniyekê ji Artêşa Israîlê, hêzên wê operasyonek "ji bo girtina endamên grûpa Islamî" li bajarokê Bêt Cin li başûrê Sûriyê encam da.
Got jî ku di dema wê operasyonê de êrîşî hêzên wê hate kirin û wan jî bi piştgiriyeke esmanî ji balafiran bersiv da.
Her li gorî daxuyaniya artêşa Israîlê, di encama operasyonê de 6 efser û serbazên wê birîndar bûne û kesên daxwazkirî yên wê grûpê hatine girtin û hejmarek hatine kuştin jî.
Ji aliyê xwe ve jî medyaya fermî ya Sûriyê daye zanîn ku di encama êrîşên Israîlê de li Bêt Cin, nêzîkî 10 kesan hatine kuştin û bi dehan birîndar hene.
Her weha daye zanîn ku ji ber êrîşan beşek ji xelkê berev deverên ewlehtir derbider bûn.
*Qonaxa piştî ketina Esed
Piştî hilweşandina rêjîma Esed, Israîl derbasî devera bêçek li gel Sûriyê û xalên derdorê li Çiyayê Şêx bû û bi sedan êrîş li deverên Sûriyê encam dan.
Herî dawî, Desteya Weşanê ya Israîlê eşkere kiribû ku wezîrê berevaniyê Israîl Katz di civîneke nihênî de gotiye ku ew û Sûriyê niha ne li ser rêya çêbûna aştiyê ne, û Israîlê xwe amade kiriye ji egera çêbûna êrîşekê ji aliyê Sûriyê ve.