El-Şeri': Bang li tevaya pêkhateyan dikim ku derkevin qadan û hevgirtinê diyar bikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' bang li tevaya pêkhateyên Sûriyê kir ku li qad û meydanan "hevgirtina niştîmanî" diyar bikin.
El-Şeri' di gotinekê de salvegera yekem a destpêkirina "Şerê Redi' El-Idwan" pîroz kir.
Her weha got ku bi vê bûneyê ew bang li tevaya pêkhateyên Sûriyê dike ku derkevin qadan û kêfxweşiya xwe bi vî "şerê mezin" nîşan bidin:
"Hevgirtin û yekbûna niştîmanî û silametiya xaka Sûriyê diyar bikin".
El-Şeri' di dawiyê de got jî ku "Sûriyê tim bimîne azad, yekbûyî, bihêz û geşbûyî ji Bakur ta Başûrê wê û ji Rojhilat ta Rojavayê wê".
Di 27ê Mijdara sala 2024an grûpên çekdar bi serkirdayetiya "Desteya Tehrîr El-Şem" dest bi "Şerê Redi' El-Idwan" kir, û di 8ê Berçileya heman salê de bi hilweşandina Rêjîma Esed bi dawî bû.