Denmark: Divê Sûriyê hemû sûriyan li xwe bigire
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê derve yê Denmarkê tekez kir ku divê Sûriyê hemû Sûriyan li xwe bigire.
Îro Wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî li Şamê li gel hevşanê xwe yê Denmarkî Lars Lokke Rasmussenre civiya û piştî civînê herdu aliyan kongireke rojnamevanî li dar xist.
El-Şeybanî di wê kongirê de got ku destên derekî di bûyerên Berava Sûriyê û Siwêdayê de hebûn û ew ê encamderên binpêkirinanan ji hemû aliyan siza bikin.
Her weha got ku ew kar li ser "dubare avakirina civaka Sûrî li ser bingeha parastina aramiyê û aştiya navxwe, dikin".
Ji aliyê xwe ve jî wezîrê derve yê Denmarkê tekez kir ku "divê hemû pêkhateyên Sûriyê beşdariyê di avakirina welatê xwe de bikin".
Got jî ku welatê wî dê di piştevaniya Sûriyê û pêşkêşkirina alîkariyan de berdewam bin.