CENTCOM: Me bi hemahengî li gel Şamê 15 navendên DAIŞê têk birin

CENTCOM: Me bi hemahengî li gel Şamê 15 navendên DAIŞê têk birin

Welat TV - Hewlêr

Serkirdayetiya Navendî ya Emerîka CENTCOM ragihand ku hêzên wê bi hemahengî li gel hikûmeta Sûriyê operasyoneke berfireh li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst li Başûrê Sûriyê ancam daye û 15 navendên wê têk birine.

CENTCOMê di daxuyaniyekê de got ku hêzên wê bi hemahengî li gel Wezareta Navxwe ya Sûriyê 15 navendên DAIŞê li Başûrê Sûriyê têk birin.

Daxuyaniyê diyar kir ku ew navend di navbera 24 – 27ê Mijdarê de li gundewarê Şamê hatine têkbirin û DAIŞê çek tê de veşartibûn.

Li gorî CENTCOMê, wan 130 top, çek û mayînên dijî tankan têk birin her weha hin madeyên hişbir dîtin.

Di vê derbarê de, Fermandarê CENTCOMê da zanîn ku ew rê nadin DAIŞÊ çalakiyên xwe nûjen bike û ew ê di şerê li dijî wê de berdewam bin.