Hikûmeta Sûriyê: Hêzên me operasyon li dijî 2 şaneyên Daişê li Idlibê encam dan

Hikûmeta Sûriyê: Hêzên me operasyon li dijî 2 şaneyên Daişê li Idlibê encam dan

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên wê operasyon li dijî 2 şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst li Idlibê encam dane.

Wezareta Navxwe di daxyaniyekê de got ku hêzên wê 2 operasyon li dijî şaneyên DAIŞê encam dane, yek li devera El-Dana li bakurê Idlibê û yek jî li rojavayê bajarê Idlibê.

Daxuyaniyê da zanîn ku, di operasyonan de, 2 endamên şaneyên DAIŞê hatine kuştin û yên din jî hatine girtin.

Wezaretê her weha diyar kir ku hêzên wê birek çek desteser kiriye.

Ev operasyonên leşkerî tên di çarçoveya hilmeta ewlehî ya hikûmeta Sûriyê li dijî de DAIŞê li parêzgehên cuda.

*Her weha bixwîne: CENTCOM: Me bi hemahengî li gel Şamê 15 navendên DAIŞê têk birin