240 Malbatên Iraqî ji kampa Holê hatin derxistin
Welat TV - Hewlêr
240 Malbatên Iraqî ji kampa Hol a taybet bi malbatên Rêxistina DAIŞ a terorîst hatin derxistin.
Rêveberiya Kampa Holê li Hesekê da zanîn ku 240 malbatên Iraqî ku ji 858 kesan pêk tên ji kampê hatin derxistin û berev Iraqê bi rê ketin.
Rêveberiya Kampê diyar kir ku piroseya derketina wan bi çavdêriyeke çir ji ewlehiya kampê ve bi rê ve çû.
Zêdetirî 30 hezar kesî li Kampên Hol û Roj ên taybet bi malbatên DAIŞê li deveran di bin kontirola HSDê de hatine bicîkirin, 60% ji wan zarok in û rêjeya mayî jî jin in, û derdora nîvê nişteciyên wan kampan biyanî ne.
Fermandariya Hêzên Navnedî ya Emerîka CENTCOM nişteciyên kampên Hol û Roj weke ”artêşa DAIŞê di navendên hewandinê de” bi nav dike.
*Her weha bixwîne: Berpirsine Emerîka: Navendên girtina endamên DAIŞê li Sûriyê weke bombeyên demdar in