Bêtirî 1400 tablêt û parçeyên şûnwarî bo mozexaneya Idlibê hatin vegerandin

Welat TV - Hewlêr

Wezreta Rewşenbîriyê ya Hikûmeta veguhêz a Sûriyê vegerandina bêtirî 1400 tablêt û parçeyên şûnwarî bo mozexaneya Idlibê ragihand.

Wezîrê Rewşenbîriyê Mihemed Yasîn El-Salih kongireke rojnamevanî li mozexaneyê li dar xist û ev yek ragihand.

Rêvebirê Karûbarên Şûnwar û Mozexaneyan li Sûriyê Emar Kunawî diyar kir ku 1234 tablêtên bizmarî û 189 parçeyên şûnwarî yên cuda hatin vegerandin:

"Ev parçe yên mozexaneya Idlibê ne ku rastî talankirin û windabûna hin parçeyan hatibû"

*Welatiyekî parçeyên şûnwaran parastibûn

Kunawî da zanîn jî ku hişmendiya miletê Sûriyê derbarê giringiya kultûr mezin e, û welatiyekî ev grûpa şûnwaran li cem xwe parast bû:

"Wî kesî aliyên şûnwaran û Wezareta Rewşenbîriyê agahdar kirin ku ev parçe li cem wî ne, û tekez kir ku cihê wan yê siruştî mozexaneya Idlibê ye. Li ser vê yekê aliyên pêwendîdar ew bi fermî vegerandin".

*Talankirina Şûnwaran li Sûriyê

14 salên şer li Sûriyê derfet li pêş qaçaxiya şûnwaran vekirbû ku gelek şûnwar bo derve hatin veguhestin.

Di sala 2020an de Dezgeha "Gerda Henkel" û Komeleya Sûrî ya Parastina Şûnwaran ku baregeha wê li Parîsê ye, di raportekê de gotibû ku ji destpêka şerê Sûriyê ve bêtirî 40.000 parçeyên şûnwarî ji mozexane û cihên kevnar hatine talankirin.