Ahengên Newrozê li Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin

Ahengên Newrozê li Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin

Welat TV - Hewlêr

Li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê tevî barîna baranê ya zêde welatiyan cejna Newrozê bi coşeke mezin li dar xistin.

Encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê banga lidarxistina ahenga Newrozê li 11 navendên sereke kiribûn: Gundê Kanî li Dêrikê, Girê Spî li devera Koçera, gundê Kêşkê li Girkê Legê û Çil Axa û Aliyan, gundê Dirêçîk li Sinciq û Tirbespiyê, gundê Elî Fero li Qamişlo û gendewarê wê, gundê Dugir li Amûdê, gundê Sêbîrka li Dirbêsiyê û gundewarê wê, gundê Til Fendî li Hesekê û Zirgan û Til Temir, daristana Kobaniyê li Kobaniyê, Cindêris û nêzîk gola Meydankê li Efrînê, kir.

Bi beşdariyeke cemawerî ya berfireh aheng hatin lidarxistin, komên folokilorî û hunermend tê de beşdar bûn her weha gotin hatin pêşkêşkirin.

Li Efrîn û Kobaniyê ji ber barana zêde, aheng ji bo roja Înê hatin paşxistin.