Zarokeke gundewarê Idlibê di bîrekê de asê maye
Welat TV - Hewlêr
Zarokeke gundewarê Idlibê ketiye bîrekê û hîn nehatiye rizgarkirin.
Îro zarokek li gundê Sirê´ li Idlibê kete bîreke 7 metrî ya bêav û hîmek pê re kete bîrê, bîr hate girtin û ew zaroka asê maye.
Tîmên Berevaniya Sivîl dest bi kolanê bi awayekî paralêl bi bîrê re kiriye da ku wê zarokê rizgar bikin.
Berevaniya Sivîl da zanîn ku tîmên wê Oxsicîn berdaye bîrê ji bo wê zarokê û alavên zêdetir berev cihê bûyerê diçin.