Ciwanekî Kobaniyê ji ber bûyereke çûnûhatinê jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Ciwanekî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê piştî zêdetirî hefteyekê ji birîndarbûnê di bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da.
Îro ciwanê bi navê Welat Etî piştî zêdetirî hfteyekê ji birîndarbûnê di bûyerekê de li ser rêya Hesekê, di nexweşxaneyeke Şamê de jiyana xwe ji dest da.
Beriya hefteyekê dema ku Welat rastî wê bûyerê hat, bo nexweşxaneyeke Şamê hatibû veguhestin lê ji ber birînên giran jiyana xwe ji dest da.
Welat Etî ji şêniyên gundê Garoz ê li gundewarê bajarê Kobaniyê ye.
Di dema dawî de, ji ber xerabûna rêyan û ajotina bilez bûyerên çûnûhatinê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne, tê de bi dehan kes bûne qurbanî.