Heleb.. Jinek kete bîreke avê û jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Jinek li gundewarê Rojhilatê Helebê kete bîreke avê û jiyana xwe ji dest da.
Îro jinek kete bîreke avê bi kûrahiya derdora 50 metrî li gundê Te´ane li Rojhilatê Helebê.
Li gorî Berevaniya Sivîl, dema wê jinê dixwest avê ji bîrê derxe kete bîrê û jiyana xwe ji dest da.
Termê wê jinê ji aliyê tîmên Berevaniya Sivîl ve hate derxistin û bo nexweşxaneya Zanîngeha Helebê hate veguhestin da ku piştre bo kesûkarên wê were radestkirin.
Beriya 5 rojan jî, zarokek li gundewarê Idlibê kete bîreke ku kûrahiya wê derdora 10 metran bû û piştî 11 demjimêran hate rizgarkirin.