Barrack: Êrîşa li Tedmûrê bê bersiv derbas nabe
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka yê Taybet bo Sûriyê ragihand ku hîn metirsiya rêxistina DAIŞ a terorîst li ser tevahiya cîhanê heye.
Tom Barrack li ser tora ”X” got: Êrîşa Tedmurê tekez dike ku metrisya DAIŞê ne tenê li ser Sûriyên heye, lê li ser Emerîka û tevahiya cîhanê heye.
Li gorî Barrack, Emerîka bi awayekî sînordar piştevaniya hevparên xwe yên Sûrî dike di şerê li dijî torên DAIŞê de û êrîşa Tedmurê wê stratejîkê bihêz dike.
Tom Barrack da zanîn jî ku ew terorîst êrîşan encam didin ji ber fişara li ser wan ji aliyên hevparên Emerîka yên li Sûriyê ve di nav de artêşa Sûriyê.
Barrack diyar kir ku serokê Emerîka Donald Trump qebûl nake ew êrîş bê bersiv derbas bibe.
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê got jî ew ê karekî zêde bi hevparên xwe re di Hevpeymaniya navdewletî de bikin ji bo jinavbirina DAIŞê li her cihekî.
►Her weha bixwîne.. Hikûmeta Sûriyê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê li Himsê encam da