Erdogan: Derengmana bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê metirsiya kirîzekê li Sûriyê dirust dike

Erdogan: Derengmana bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê metirsiya kirîzekê li Sûriyê dirust dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku derengmana bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê metirsiya kirîzekê li Sûriyê dirust dike.

Receb Teyib Erdogan ev yek di kongireya 16emîn a balyozan de li Enqerê ragihand û diyar kir ku ew rênmayên pêwîst pêşkêş dikin ji bo bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê ji ber derengmana bicîkirina wê metirsiya derketina kirîzekê li Sûriyê dirust dike.

Erdogan got jî ku pêkhateyên Sûriyê nikarin bi bawerî bi hev re bijîn bê hebûna nerîneke hevbeş.

Li gorî Receb Teyib Erdogan, kiryarên Israîlê li Sûriyê pirsgirêka herî mezin e li pêş aramî û seqamgîriya wî welatî.

Her weha, Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack li gel Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan îro li Enqerê civiya, bê ku Wezareta Derve ya Turkiyê hûrgilyan civînê diyar bike.

Civîna Tom Barrack û Fîdan tê piştî serdana Barrack bo Israîlê û civîna wî li gel Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu, ku Şandiyê Emerîka bo Sûriyê ew civîn bi civîneke avaker bo aştî û seqmgîriya deverê bi nav kir.

►Her weha bixwîne.. Fîdan: Doseya Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi diyalogê çareser dibe