Wezareta Navxwe girtina şaneyeke DAIŞê radigihîne: "8 endam in"

Wezareta Navxwe girtina şaneyeke DAIŞê radigihîne:

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Sûriyê girtina endamên şaneyeke DAIŞê ya terorîst li parêzgeha Idlibê ragihand.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got, serkirdayetiya ewlekariya navxwe ya Idlibê li gel birêvebiriya jinavbirina terorê, hilmet li dijî şaneyeke DAIŞê li Idlibê encam dan.

*"Êrîş encam dabûn"

Daxuyaniyê da zanîn, ew şane di ber êrîşên li ser dewriyên ewlekariyê û yên leşkerî de li Idlib û Helebê ku tê de hejmarek endamên wan hatibûn kuştin, berpirs e.

Li gorî daxuyaniyê, 2 hilmet hatin encamdan û tê de 8 endamên DAIŞa terorîs hatin girtin û yekî din hate kuştin.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê got jî li gel wan şaneyan çek, teqemenî, û kemberên teqîner û mûşek hatin desteserkirin.