Rêveberiya Hec û Umrê: 62.103 welatiyên Sûriyê navên xwe tomar kirine

Rêveberiya Hec û Umrê: 62.103 welatiyên Sûriyê navên xwe tomar kirine
Rêveberiya Hec û Umrê: 62.103 welatiyên Sûriyê navên xwe tomar kirine

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Hec û Umrê ya Sûriyê ragihand ku bêtirî 62.000 welatî xwe ji bo werzê Hecê tomar kiriye.

Rêveberiyê îro li Şamê tîrûpişka ji bo werzê Hecê yê sala 2026an encam da.

Mihemed Enwer E'rec, rêveberê Hec û Umrê da zanînîn ku îsal 62.103 welatiyan li hindir û dervî Sûriyê, xwe ji bo Hecê tomar kiriye.

Got jî ku para ku Si'ûdiyê îsal ji bo Sûriyê terxan kiriye, 22.500 nav in.

Piştî encamdana tîrûpişkê, Rêveberiya Hec û Umrê encam li gorî sîstema mezintrîn temen ragihandin, ku rêjeya 65% ji bo jidayikbûyên sala 1925 ta 1955an hatiye terxan kirin.

Herweha rêjeya mayî "35%"jî ji bo jidayikbûyên ta sala 2000an e hatiye terxankirin.