Mezlûm Ebdî: Em gihîştine lihevtêgihiştinan derbarê tevlîkirina hêzên leşkerî
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî got, ew niha gihîştine lihevtêgihiştinan derbarê tevlîbûna hêzên leşkerî bo nav hêzên hikûmetê, û hin doseyên destûrî hene dem ji çareseriya wan re pêwîst e.
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî di çarçoveya beşdariyeke ONlINE de di civînekê de ji bo piştevaniya komîta HSD ya danûstandinan bi hikûmetê re, got, ew niha li gorî berjewndiyên giştî gihîştine hin lihevtêgihiştinan derbarê tevlîbûna hêzên leşkerî. Hin doseyên destûrî hene ku dem ji çareseriya wan re pêwîst e
Ebdî da zanîn, Çareserî li Sûriyê divê nenavendî be û diyar kir, sîstema Rêjîmê û beşdariya pêkhateyan tiştên sereke ne û danûstandinên berfireh ji wan re pêwîst in da ku nûneratiya hemû kesan bike.
Derbarê doseya dergehên sînorî û samanên jêrerdî, Mezlûm Ebdî da zanîn, nêrîneke wan û hikûmetê ya hevbeş derbarê dergeh û sînoran heye û got samanên jêrerdî jî bo hemû Sûriyan in.
Fermandarê HSD di dawiya gotina xwe de got jî, ew dixwazin xelkê deverê bi xwe rêveberiya devera xwe bikin û ev ye di çarçoveyeke destûrî de be.