Iraq: 230 malbat ji kampa Holê vedigerin
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Iraqê got ku ew amadekariyan derxisitna karwanekî nû ji kampa Holê dikin ku ew karwan bi sedan kes li xwe bigire.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir, 230 malbatên Iraqî sibe dê ji kampa Holê bo welatê wan werin vegerandin.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê da zanîn, karwanê malbatên vegeriyayî dê 834 kesan li xwe bigire û dê bo kampa Cedi’a li Mûsilê werin veguhestin.
*21 hezar hatine vegerandin
Li gor Wezaretê, ta niha 21 hezar welatiyên Iraqî ji kampa holê hatine vegerandin, û niha dubareperwede û amadekirin ji wan re tên kirin da ku careke din tevlî civakê bibin.
Kampên Roj û Holê
Piştî şikestina DAIŞê sala 2019an, kampa Holê li Rojhilatê Hesekê û ya Roj li gundewarê bajarê Dêrikê ji bo bicîkirina malbatên rêxistina terorî hatin avakirin, (HSD) rêveberiya herdu kampan dike, di destpêka avakirina wan de derdora 50 hezar kes ji terorîstan û malbatên wan ji Iraq û Sûriyê serbarî 10 hezar kesên biyanî li herdu kampan hatibûn bicîkirin.