Xelkê hejmarek gundên Tirbespiyê biryara veguhestina xanên pêz red dikin

Xelkê hejmarek gundên Tirbespiyê biryara veguhestina xanên pêz red dikin

Welat TV - Hewlêr

Pirojeya veguhestina xanên pêz yên li taxa Cim’ayê ya Qamişlo bo devereke din, bûye cihê nerzaîbûn û redkirina xelkê.

Li taxa Cim’aya ya Qamişlo bi sedan xanên pêz hene, û desteya çandiniyê ya "Rêveberiya Xweser" biryar daye ku, xan bo cihekî din werin veguhestin.

Ew cih jî nêzîkî gundên Girê Siwêr, Xirêçka û Sîhayê yên li gundewarê Tirbespiyê ne. Xelkê van gundan jî ji vê projeyê nerazî ne û red dikin.

Weke nerazîbûnekê şêniyên wan gundan, rawestiyanek bi rêk xist û zarokan dirûşm bilind kirin, tê de banga rawestandina vê pirojeyê kir.

Li gorî xelkê van gundan, ev proje dê ziyanê bighîne jîngeh û tendirustiya wan, û daxwaz kirin ku pirsgirêka xanan ji kokê ve were çareserkirin, ne bi tenê ji cihekî bo yekî din werin veguhestin.