Xwekujekî li Helebê xwe teqand
Welat TV - Hewlêr
Li navenda bajarê Helebê xwekujekî xwe bi hêzên ewlekariyê de teqand.
Jêdereke ewlehî da zanîn, di teqînekê de li Helebê polîsek hate kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.
Teqîn şeva sersalê, li taxa Bab El-Ferec a Helebê, rû da, hîn tawanbar nehatiye diyarkirin, her weha nasnameya birîndaran jî ne diyar e.