MSD: Pêdviya serxistina piroseya siyasî li Sûriyê bi gerentiyên navdewletî heye

MSD: Pêdviya serxistina piroseya siyasî li Sûriyê bi gerentiyên navdewletî heye

Welat TV - Hewlêr

Nûnera Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) li Emerîkayê Sînem Mihemed da zanîn ku Turkiyê destwerdan di danûstandinên HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de kiriye û pêdviya serxistina piroseya siyasî li Sûriyê bi gerentiyên navdewletî heye.

Sînem Mihemed ji medyaya nêzîkî HSDê re got ku, di dema danûstandinên HSD û hikûmeta veguhêz de, Turkiyê destwerdan kiriye û divê ev yek tuneba.

Nûnera MSDê li Emerîkayê diyar kir ku divê çareserî li Sûriyê Sûrî be û pêdviya wê yekê bi gerentiyên navdewletî heye û alîkariya welatên cîran wek Turkiyê.

Sînem Mihemed got jî ku pêdviya Sûriyê bi sîstemeke siyasî heye ku li gorî daxwazên hemû pêkhateyan be.

►Her weha bixwîne.. Siyasetmedar tekeziyê li ser nenavendiyê dikin