Wezareta Ewqafê ya Sûriyê têçûnên werzê Hecê destnîşan dike

Wezareta Ewqafê ya Sûriyê têçûnên werzê Hecê destnîşan dike
Wezareta Ewqafê ya Sûriyê têçûnên werzê Hecê destnîşan dike

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Ewqafê ya Sûriyê biryarek derbarê têçûna werzê Hecê yê sala 2026an derxist.

Ewqafa Sûriyê têçûnên geşta Hecê li şaxên hindir Sûriyê û dervî wê li gorî astên xizmetguzariyê destnîşan kirine.

Li gorî biryarê, têçûna asta baş ya xizmetguzariyê li şaxên hindir Sûriyê 4750 dolarên Emerîkî ye, û li şaxên dervî Sûriyê 4 900 dolar e.

Astên baştir û yên 5 stêrk jî li gorî programên grûpan têne destnîşankirin.

Di dawiya sala bûrî de, Rêveberiya Hec û Umrê ya Sûriyê tîrûpişka ji bo werzê Hecê encam da.

Rêveberê Hec û Umrê da zanînîn ku Îsal 62.103 welatiyan li hindir û dervî Sûriyê xwe ji bo Hecê tomar kiriye, û Para ku Si'ûdiyê îsal ji bo Sûriyê terxan kiriye 22.500 Hecî ye.

►Her weha bixwîne.. Rêveberiya Hec û Umrê: 62.103 welatiyên Sûriyê navên xwe tomar kirine