8 kes li gundewarê Helebê hatin girtin
Welat TV - Hewlêr
8 kes ku tê gotin, endamên rêjîma Esed a hilweşandî ne li gundewarê Helebê hatin girtin.
Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku, wan 8 endamên rêjîma Esed a hilweşandî li nêzîkî Dêr Hafirê li Rojhilatê Helebê girtin.
Li gorî wezaretê wan her 8 kesan dixwestin bi qaçaxî derbasî deverên di bin kontirola HSDê de bibin.
Wezaretê got jî, ew ê wan girtiyan radestî aliyên pêwendîdar bikin ji bo encamdana lêkolînan û rêkarên pêwîst.
Heta niha tu zaniyarî li ser hurgiliyên girtina wan kesan û nasnameya wan ji aliyê wezareta Berevaniyê ve nehatine belavkirin.